Evîn Tayboga: Êrîş li dijî pergala demokratîk û yekîtiyê ye

Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Evîn Tayboga li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li NY’î kir ku berpirsyariya xwe ya li hemberî penaberên Mexmûrê bi cih bînin. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî diyar kir ku êrîşên li ser Mexmûrê nayên qebûlkirin. 

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Mexmûr ku 12 hezar mirov lê dijîn, 5’ê Hezîranê ji hêla dewleta Tirk ve hat bombebarankirin.

Her çiqas wargeh bi awayekî fermî girêdayî NY’î be jî, lê ji 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balefirên şer wargeh bombebaran kiriye.

Tevî vê aliyên berpirsyar bêdeng in.

Têkildarî mijarê, hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Evîn Tayboga nirxandin kir.

Evîn Tayboga eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî pergala modernîteya Demokratîk a ku li ser xwe metirsîdar dibîne, dike.

Evîn îşaret bi sedemên êrişkirina dewleta Tirk jî kir û anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze yekîtiyeke Kurdan çêbibe.

Evîn Tayboga: NY’î divê xwedî li erka xwe ya parastina penaberan derkeve

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel diyar kir ku ne NY’î, ne Hikumeta Iraqê û ne jî yê başûrê Kurdistanê li wargeha Mexmûr xwedî derdikeve.

Evîn Tayboga bang li saziyên navneteweyî û mafê mirovan kir ku penaberê Mexmûrê ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyê biparêzin.

”Êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin”

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî li ser mijarê axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Mexmûrê nayên qebûlkirin.

Zeyat Ceylan bang li NY kir ku bi berpirsyariya xwe ya li hember wargeha Mexmûrê rabe.

Back to top button