ZÎLAN VEJÎN: EM JI BO HER REWŞEKÊ LI ÎRANÊ RÛ BIDE AMADE NE

Ev demek e em qala egerek ji rudana şerê Emerîka û Îranê ji were radigihînin. Bi taybet ev şer wê bandoreke xwe ya zêde li ser gelê Îran, Rojhilatê Kurdistanê û tevahî rojhilata navîn jî bike.
Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku PJAK li bendê namînin ku ka wê şer di navbera Amerîka û Îranê de rû bide yan na. Vejîn got: Ewan xeta sêyemîn bingeh girtine.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn têkildarî aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Zîlan Vejîn diyar kir ku ev gefxwarinên di navnbera herdu welatan de ne nûne û wiha got;

Îran û Amerîka 40 sale bi vî awayî siyasetê dikin.

Amerîka dixwaze Îranê radestî xwe bike.

Her wiha ji Îranê dixwaze ji herêmê bi taybet ji Yemen, Iraq, Sûriye û Libnanê vebikêşe.

Eger ev nakokî dewam bin, dibe ku şerekî tund yan jî şerek demkî li pey xwe bîne.

Vejîn diyar kir ku şer û nakokiyên di navbera Îran û amerîka de wê ne di berjewerndiya gelên li herêmê de be.

Ev şerê wan ne ji bo berjewendiya civaka îranê ye.

Derketina şerekî li herêmê wê tenê bi hikumet û rêveberiya Îranê re sînordar nemîne.

Ev wê bandora xwe raste rast li ser hundirê wê jî bike.

Vejîn eşkere kir ku rejîma Îranê bi siyaseta tirs û bêdengkirina civakê nîşan dide ku dest ji siyaesta xwe ya şaş bernade.

Li hember Amarîka jî kar dike da ku hêza civakê ji bo xwe bi kar bîne.

Di vê qonaxê de, her kes ji bo Îranê xwedî proje ye.

Ji bo me xala girîng ewe ku divê proje bi awayekî demokratîk bin.

Ger wiha nebe, wê cihê xwe negire û bi xwe re ti çareseriyan neyîne.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn di dawiyê de ji bo çareseriya rewşa Îranê ev tişt anîn ziman;

Me projeyek hevbeş li gel KODAR’ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir.

Lê gorî me Îran û Amerîka şerê berjewendiyên xwe dikin.

Em li ser projeya xwe israr û tevger dikin.

Ne li bendêne ku di navbera Amerîka û Îranê de şer rû bide yan ne.

Em xeta sêyemîn bingeh digirin.

Ji bo civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê xebata siyasî, dîplomasî û leşkerî dimeşînin.

Leave a Reply

Back to top button