
Di nava hikumeta nû ya Kanadayê de jin li refên herî pêş e.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di kabîneya bi hevsengiya zayendî de jin ji bo wezîfeyên wezaretên karên derve û parastinê erkdar kir.
Bivê yekê re, guhertineke mezin li nava desteya wezîran çêkir.
Trudeau Melanie Joly kir Wezîra Karên Derve û Anita Anand jî kir Wezîra Parastinê.
Chrystia Freeland jî ku li şûna Trudeau weke favorî tê nîşandan Alîkara Serokwezîr û Wezîra Maliyeyê ye.
Hikumeta Lîberal a Trudeau ji 2015’an dema hilbijartinê ve, nîvê desteya wê ji jinan pêk tê.
Joly a 42 salî beriya niha Wezîra Pêşvebirina Aboriyê bû û beriya wê jî weke wezîra mîrasê wezîfe kiribû.
Anand a 54 salî jî jin a duyemîn e ku dibe Wezîra Parastinê ye.
Trudeau aktîvîst Steven Guilbeault jî tevlî portfoyuna hawirdorê kir.
Lîberal li parlamentê xwedî 159 kursiyan e:
Li gorî destûra bingehîn ya welat ji bo guhertina qanûnan pêwistî bi dengê 170 parlamenterî heye.
Ev yek jî Trudeau neçar dike li gel partiyeke mixalîf koalîsyonê ava bike.