Rêxistina Efû ya Navneteweyî dewleta Îranê bi wê yekê tawanbar kir ku bi qesda kuştinê êrişî xwepêşandêran dike.
Komîteya Parastina Rojnamevanan jî ragihand ku hêzên Îranê herî kêm 29 rojnamevanên ku çalakiyên gel dişopandin, girtine.
16’ê Îlonê kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê hêzên dewleta Îranê rê li ber hêrseke mezin vekir.
Ji wê rojê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gel li dijî zextan di nava xwepêşandanan de ne.
Rêveberiya Tehranê jî li şûna ku guh bide daxwazan, bi rêbazên tund bersiv da.
Li gorî daneyên Navenda Mafê Mirovan a Îranê, heta niha ji ber êrişên hêzên dewletê bêtirî 80 kes hatine kuştin.
Têkildarî rewşê, Rêxistina Efû ya Navneteweyî daxuyaniyek da.
Rêxistinê bi bîr xist ku piştî kuştina Jîna Emînî li gelek deveran çalakiyên protestoyî destpêkirin û got;
Hêzên Îranê bi armanca kuştinê êrişî xwepêşandêran kirin. Dîmenên û wêneyên hatine bidest xistin nîşan didin ku welatî bi çekan hatine kuştin.
Ev yek jî bi fermana rêveberên welat pêk hatiye.
Rêxistina Efûyê hişyarî kir ku eger raya giştî ya cîhanî nekeve nava tevgerê wê hejmara kuştiyên li Îranê zêdetir bibe.
Komîteya Parastina Rojnamegeran jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser zext û êrişên dewleta Îranê.
Li gorî komîtê, heta niha herî kêm 29 rojnamevanên ku çalakiyên gel dişopandin, hatine girtin.



