Bi dehan şêniyên Dêrikê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elaa Abdulehed li Goristana Suryan a li Dêrikê spart axê.
Şervanê hêzên Meclisa Suryan a leşkerî Elaa Abdulehed di encama nexweşiyekê de şehîd bû.
Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd ji mala şehîd Elaa wergirtin û birin dêra Mardodoyê ya Suryan.
Li wir merasîma olî ji bo şehîd hat lidarxistin.
Piştre şêniyan cenazeyê şehîd li goristana Suryan a li Dêrikê spartin axê.