NY: Rewşa mirovî ya li bakurê Etyopya gelek metirsîdare

NY ragihand ku rewşa mirovî ya li eyaleta Tîgray a Etyopyayê gelek xeter bûye û her diçe xirabtir dibe.

Nivîsgeha koordînasyona Karê Mirovî yê NY (OCHA) rapora xwe ya li ser rewşa xelkê Tîgrayê amade kirî bi raya giştî re parve kir.

NY îşaret bi şerê li herêmê yê navbera artêşa Etyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) kir û diyar kir ku ji ber şer nikarin alîkarî bigihînin xelkê herêmê.

Di raporê de hate gotin, li hermên mijara gotinê pêwiste alîkariya xurek û derman heye.

Ji 4’ê Mijdara 2020’an ve li herêma Tîgray ya li bakurê Etyopya dikeve, di navbera Eniya Rizgariya Gel a Tîgray û Artêşa Etyopyayê de şer rû didin.

28’ê Mijdarê artêşa Etyopya ket paytexta Tîgray Mekelle.

Li tevî 3 meh derbas bûne rewşa li herêmê aram ne bûye.

Bi dehezaran Tîgrayî ji ber şer neçar man berê xwe bidin Sûdanê.

Back to top button