HPG: Li Dêrsimê kontrayek hate cezakirin

Tevî başûr, li bakurê kurdistanê jî gerîlayan çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeriya dewleta tirk lidar xist. Kontrayek ku li herêma Dêrsimê, destê wî di şahadeta 3 gerîlayan de hebû hate cezakirin. HPG’ê ragihand ku di encama şerê dijwar yê li herêma Colemêrgê de, 3 gerîla şehîd bûne.

Li bakurê Kurdistanê, dewleta tirk ku li pêşberî gerîla derbên giran dixwe, oparasyonên dagirkeriyê zêde kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî van oparasyonên dagirkerî û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Îlonê li deverên girêdayî Herêma Herkol a Sêrtê leşker danî û dest bi operasyoneke ya dagikeriyê kir.

Oparasyona dagirkeriyê piştî 2 rojan ji qadê vekişiya.

HPG’ê diyar kir ku di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmeha 2020’ê de ragihandibû ku 24’ê Hezîranê artêşa Tirk li devara Neynika ya navçeya Pûlur a Dersimê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye.

Di encama êrîş û şerê li herêmê de, 3 gerîla şehîd bûbûn.

Kontrayê bi navê Mûrat Panzerogûllari yê li nuqteya gerîla lê dima cîhazê nuqte nîşanê danî û cihê gerîlayekî ku birîndar bûbû ji bo dijminan ragihand.

HPG’ê dazanîn ku ev kontra 13’ê Îlonê li cihê ku gerîla lê şehîd bûbûn hate cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna gerîla Savaş, Argeş û Şiyar pêk hatiye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 16’ê Îlonê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a li ser rêya Girê Çarçela ya Herêma Zagrosê çalakiyeke sabotajê kirin.

Di vê çalakiyê de ku wesayîta leşkerî ya bi tîpa Jep hat hedefkirin.

Têkildarî jimara kuştî û birîndarên dagirkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

15’ê Îlonê artêşa tirk li zozanên Beytanê ya girêdayî navenda Colemêrgê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye.

Artêşa Tirk bi balafirên şer dever bombe kir leşker danî û operasyona li herêmê berfireh kir.

Li herêmê şereke dijwar rû da.

Di encamê de, gerîla Nûman, Eylem û Dîlan di şer û êrîşên esmanî de şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir ku wê di dema pêş de li ser nasnameya gerîlayan agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button