NY bang li dewletan kir: Zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê de bibin

Kampa Holê a ku piraniya wan malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne, bi deh hezaran kes lê dimînin, di rojeva cîhanê de ye lê heta niha çareseriyek jê re nehatiye dîtin.
Neteweyên Yekbûyî bang li dewletan kir ku zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê de ku hejmara wan 27 hezar e, li welatên wan vegerînin.

Kampa Holê 45 km li rojhilatê Hesekê ye, ji mezintirîn kampên koçber û penaberan ên li Sûriyê ye, niha nêzî 62 hezar penaber û koçber hene.

Kamp ji 9 beşan pêk tê. Beşeke taybet ya malbatên çeteyên DAIŞ’ê heye.

Hejmara jin û zarokên DAIŞ’î yên li kampê 8 hezar û 965 e, piraniya zarokan temenên wan di navbera salek û 17 saliyê de ne.

Her wiha jinên ji 35 dewletên erebî, biyanî û Asyayê hene.

Li Kampa Holê bûyerên ku rû didin li ser tevahiya cîhanê xeter in, lê dewletên ku hemwelatiyên wê DAIŞ’î ne, qebûl nakin ku wan bibin.

Li gorî ajansa Associated Press, nûnerê sekreterê giştî yê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya NY’î Vladimir Voronkov bang li dewletan kir ku zarokên welatiyên xwe yên di kampa Holê de ne, vegerînin.

Voronkov got, “Piraniya van zarokan yên çeteyên DAIŞ’ê ne ku berê rûbereke berfireh ji Iraq û Sûriyê dagir kiribû.”

Voronkov di civîneke Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de ev titş got:

“Rewşa zehmet a zarokên kampa Holê pirsgirêkeke hesas a cîhanê ye”.

Voronkov diyar kir ku 27 hezar zarok hîna di kampê de ne, heta niha bê çarenûsin û dibe ji aliyê malbatên DAIŞ`ê ve di hundirê kampê de rastî radîkaliyê werin.

Vladimir Voronkov destnîşan kir ku zarokên welatiyên 60 dewletan di kampê de hene, berpirsyariya wan ji dewletên wan tê xwestin û wiha dewam kir,

“Berpirsyariya wan ne ji Rêveberiya Xweser ku parastina kampê dike tê xwestin, ji ber Rêveberiya Xweser parastina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de jî dike.”

Voronkov dawiyê, diyar kir ku gelek dewlet di nav de Rûsya û Kazaxistan bi awayekî giştî nêzî hezar zarok û endam li malbatên wan vegerandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran ji Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku çeteyên DAIŞ’ê jê hatine, daxwaz kir ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan were avakirin, lê civaka navneteweyî ev daxwaz paşguh kir û heta niha tu gav nehatiye avêtin.

Back to top button