Di meha Mijdarê de, dagirkeriyê 20 caran bi balafiran êriş kiriye

Beşê Lêkolîn û Şopandinê yê Ronahî TV têkildarî operasyonên li dijî DAIŞê, tevgera çeteyên hikûmeta Şamê li Dêra Zorê û êrişên li dijî baregehên Koalîsyona Navneteweyî raporek amade kir.
Li gor vê raporê, di meha mijdarê de, 20 çeteyên DAIŞê û hikûmeta Şamê bi operasyonên QSD û Asayîşê hatine girtin û 2 jî hatine kuştin.
Her wekî di encama êrişên çeteyên hikûmeta Şamê de, 2 zarokan li Dêra Zorê jiyana xwe ji dest daye û 3 sivîl birîndar bûne.

Beşê lêkolîn û şopandinê yê Ronahî TV têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyê, tevgera çeteyên DAIŞ, yên girêdayî hikûmeta Şamê û êrişên li dijî baregehên Koalîsyona Navnetewyî bi raporekê encamnameya meha mijdarê eşkere dike.

Li gor raporê, dagirkeriya Tirkiyê bi rengekî berdewam peyaman agirbestê ya sala 2019’an bin pê dike û êrişên xwe yên esmanî û bejayî didomîne.

25 kes di meha Mijdarê şehîd bûne

Di meha mijdarê de, 20 êrişên esmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk anîne û di encamê de 25 kes şehîd bûne, ji wan 13 sivîl in.

Her wekî 21 jî birîndar bûne.

Di meha Mijdarê de, 11 çeteyên DAIŞ bi destê QSD û Asayîşê hatin girtin

Li hêleke din, bi zêdebûna pêla xeteriya DAIŞ’ê re, Yekîneyên Antî Terorê yê QSD’ê û HAT yên Asayîşê 9 operasyon li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîne.

4 li Reqa, 2 li Dêra Zorê û 3 jî li Hesekê pêk hatine.

Hêzên Koalîsyonê jî beşadarî piraniya wan bûne.

Li gor rapora beşê lêkolîn û şopandinê, 11 çete hatine girtin, yek ji wan xwedî nasnemeya iraqî ye û yekî din ji heman welatî jî hatiye kuştin

Di meha Mijdarê de, 7 êriş li dijî Koalîsyonê pêk hatine

Li tenişta van operasyonan jî, 7 êriş li hêla koma bi navê “Berxwedana Islamî li Iraqê” li dijî baregehên hevbeş ên QSD’ê û koalîsyonê, li Dêra Zorê û Hesekê pêk hatine.

Di meha Mijdarê de, 9 çeteyên hikûmeta Şamê hatine girtin

Rapor balê dikişîne ser êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê jî û eşkere dike ku di meha mijdarê de 15 caran êrişî herêmên rojava û rojhilatê Dêra Zorê kiriye.

Di encamê de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 3 sivîl jî birîndar bûne.

Li beramber vê yekê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Asayîşê 5 operasyon li dijî wan pêk anîne û di encamê de 9 çete hatine girtin û yek jî di dema bersivdanê de hat kuştin.

Back to top button