YPJ’ê şehadeta şervana Ezda Berxwedan eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehadeta Ezda Berxwedan Cûdî ku 9’ê Tebaxê di qezayeke trafîkê de şehîd bûye eşkere kir û got: Hevrê Ezda Berxwedan Cûdî Ji bo azadiya gelê xwe heta dawiyê di nava têkoşînê de bû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekê eşkere kir.

YPJ’ê da zanîn ku şervana wan Ezda Berxwedan Cûdî 9’ê Tebaxê di qezayeke trafîkê de şehîd bûye û got:

Jinên wêrek ên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ya ji nirxên şoreşê re bi tevlêbûna nava refên azadiyê re şênber dikin.

YPJ: Ked û fedakarî têgehên ku pênaseya kesayeta hevrê ezda dikin

Hevrê ya me Lîna Elo bi nasnav Ezda Berxwedan Cûdî jî her dem dil û mêjiyê xwe ji bo avakirina jiyanek azad têkoşiya.

Li ser vê bingehê jî ji bajarê Efrînê di temenê xwe yê ciwan de berê xwe da nava refên YPJ’ê.

Çanda welatparêziya a ku di nav de mezin bû di têşe girtina kesayetê hevrê Ezda de risteke diyarker leyîst.

Hevrê Ezda di nava refên azadiyê de weke jineke ciwan herdem ji hawirdora xwe re bû çavkaniya moral û kelecan ê.

Ked û fedakarî bûn têgehên ku pênaseya kesayeta hevrê Ezda dikin.

Di tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê de, di pêngava rizgar kirina Reqa û Dêrazorê de li hemberî çeteyên hov şer kir.

Ji bo gelê xwe û jinan ji zilma DAIŞ’ê xilas bike, bi hêz û baweriyeke mezin di eniyên herî pêş de cihê xwe girt.

Hevrê ya me Ezda dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê de di 9’ê Tebaxê de tev li karwanê nemiran bû.

Em di serî de ji malbata hêja a hevrê xwe Ezda û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Emê jî weke hevrê yên wê ji bo avakirina welatekî azad her dem bibin, şopdarên doza şehîdan.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ezda Berxwedan Cûdî
Nav û Paşnav: Lîna Elo
Navê Dayikê: Wesfiye
Navê Bav: Hikmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 09.08.2023, Tebqa

Back to top button