Mela Ferman: Divê partiyên Başûr di mijara birêz Ocalan de xwedî helwestbin

Çalakvanê civaka sivîl Mela Ferman diyar kir ku serkirde û partiyên siyasî yên Kurd, taybet jî yên Başûrê Kurdistanê, li ser tecrîda li ser Rêber APO bêxemin û wiha got:
“Divê partiyên başûrê kurdistanê li hember tecrîdê bêxem tevnegerin, ji ber helwesta wan zextên li ser birêz Ocalan zêde dibin.”

Çalakvanê civaka sivîl Mela Ferman derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO de axivî.

Mela Ferman da zanîn ger dewleta Tirk bikariba, wê heman tişta biserê serkirdeyên din yên Kurd de anî, bi ser Rêber APO de jî bi anîba û wiha got:

“Eger dewleta Tirk bikariba nedihêla yek parlamenterek Kurd jî di meclisa Tirkiyê de heba.

Weke em dibînin, bi hincetên cuda parlamenteran dixe girtîgehan.

Serkirde û partiyên siyasî yên Kurd, bi taybet jî yên li Başûrê Kurdistanê, derbarê birêz Ocalan de bêxemiyê dikin.

Niha ji bo Kurdan derfetek heye, lê serkirdeyên Kurd ne di ferqa qonaxê dene, divê pirsa Kurd ji hev neyê cudakirin.

Ji ber vê jî zextên li ser birêz Ocalan û parlamenterên Kurd yên li Tirkiyeyê zêde dibe.”

Mehmet Gurbuz û Huseyîn Olan: Divê tecrîd ji holê rabe

Back to top button