LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇALAKIYÊN GREVÊ DEWAM DIKIN

Li başûrê kurdistanê jî Çalakiyên bi armanca dawî-anîna tecrîdê li dar in.
Çalakiya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 132’an de ye.
Her wiha çalakgerên din jî çalakiya xwe bi biryardarî dewam dikin.

Li başurê Kurdistanê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan bi israr dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja xwe ya 132’an de ye.

Li wargeha Mexmurê jî çalakî di roja 107’an de ji aliyê koma 36’emîn ve hate dewirgirtin.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok a bêdawî û bêdorveger jî di roja 72’an de ye.

Li navçeya Kelar a Germiiyanê jî Herêm Mehmûd ev 37 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Çalakiya Şeyma Ednan jî di roja 30’î de ye.

ÇALAKIYA LI BAJARÊ SILÊMANIYÊ DI ROJA 107’AN DE YE

Greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê jî di roja 109’an de ye û ji aliyê koma 55’an ve dewir hat girtin.

Koma 55’an a ji welatiyên çar beşên Kurdistanê pêkhat û di nava wan de pêşmergeyên Dêrîn jî hene.

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Azad Nesredîn têkildarî çalakiyê got:

“Em deyndarê Rêber Apo ne.

Rojane serdanên piştgiriyê yên ji bo çalakiyê dewam dikin.

ŞANDEYEKE PYD Û KONGRA STARÊ SERDANA ÇALAKGERAN KIR

Di vê çarçoveyê de şandeyeke ji nûnerên PYD’ê û Kongra Star serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê kirin.

Şandeyê piştgiriya xwe bi çalakgeran re nîşan da û tecrîd şermezarkirin.

Leave a Reply

Back to top button