KCK: Divê gel bi gerîla re bibe yek bersiva dîrokî bide êrîşan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dagirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir ev êrişeke berfireh a ji bo temamkirina qirkirina Kurdan e.
KCK’ê got, “Divê gel bi gerîla re bibe yek berrsiveke dîrokî bide êrîşan.”
Kongra Gel jî li dijî êrîşan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir piştî têkçûna li Garê, dihate payin ku artêşa Tirk êrişekê bike û destnîşan kir ku bi zanebûn û bi plankirî di roja qirkirina Ermenan de dest bi vê êrişê kirin û wiha got,

“Bi rengekî eşkere peyama ‘çawa ku me Ermen qir kir, qedera we jî qirkirin e’ didin. Çawa ku qirkirina Ermenan bi piştgiriya Elmanyayê û bi bêdengiya welatên Ewropayê û DYE’yê hate kirin, dixwazin qirkirina Kurdan jî bi heman rengî pêk bînin.”

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navnetewî û PDK’ê ev êrîş destpêkir û diyar kir di serî de PDK bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd jî tê wateya rewakirin û erêkirina van êrişan.

KCK’ê wiha dewam kir;

“Li gorî berpirsyariya neteweyî bêdengmayina hêzên siyasî yên Kurd nayê qebûlkirin. Dema ku li ser Başûrê Kurdistanê yan jî cihekî din êriş hate kirin, PKK’ê, gerîla û gelê Kurd di cih de helwest nîşan da û li ber rabû. Gelê Kurd li bendê ye ku PDK li dijî êrişên dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bide.”

KCK’ê diyar kir ku bi tasfiyekirina gerîla re tê xwestin ku qirkirina Kurdan bê temamkirin.

KCK’ê eşkere kir ku ev êriş di heman demê de li dijî destketîyên hemû Kurdan e û got,

“Divê mirov nekeve nava bendewariyekê ku tenê bi berxwedana gerîla dawî li vê dagirkeriyê bê anîn. Divê gelê Kurd li her cihî rabe ser piyan û bi gerîla re bibe yek û li dijî mêtingeriya qirker têkoşîneke topyekûn bê meşandin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de diyar kir ku êrişa dewleta Tirk êrişeke li dijî îradeya siyasî ya Iraqê ye û gefê li yekparebûna Iraqê dixwe û bang li hikumeta Iraqê jî kir ku helwestê li dijî van êrişan nîşan bide

Kongra-Gel: Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk têkoşîn bê mezin kirin

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra-Gel jî li ser êrişa dagirkeriyê ya li dijî qadên gerîla daxuyaniyek da.

Kongra Gel diyar kir rêjîma dewleta Tirk, ji bo karibe ji nava krîza siyasî ya bi têkçûna li Garê rû da rizgar bibe, bi êrişên nû yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dixwaze rojeva civakê biguherîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.

Kongra Gel ji gelê Kurdistanê xwest ku li dijî van êrîşan bihistyar bin û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna hevpar geş bikin.

Back to top button