Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 kolber birîndar bûn

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rêjîma Îranê êrîşî kolberan kir û 5 kolber birîndar bûn.

Îro di saetên sibehê de, li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê di êrîşa hêzên Îranê de 5 kolber birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê diyar kir ku bûyer li gundê Mirabadê pêk hat û kolberên bi navê Zamyar Hatempenah, Karwan Manucehri, Salah Watandust, Aram Manucehrî û Soran Watandust birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li herêmê ji 30 kolberan agahî nayê girtin.

Back to top button