
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir ku li dijî HDP’ê şerekî taybet ê berfireh tê meşandin û karê dewletê şerê taybet ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Karasû anî ziman “her çi qas dijminatiyê li Kurdan, demokrasî û HDP’ê bikin jî, wê nikaribin ti encamê bigirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sedema bingehîn a êrişên li dijî HDP’ê, bername, xeta siyasî û têkoşîna wê ye û got, “Bêguman êrişên li ser HDP’ê ji êrişên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne cuda ye.”
Karasû destnîşan kir ku Çiqasî dijminatiyê li Kurdan, li hêzên demokrasiyê û li HDP’ê bikin jî, wê nikaribin encamê bigirin û bi bîr xist ku AKP-MHP bi her awayî dijminatiyê li Kurdan dike.
Karasû: Li dijî HDP’ê şerekî taybet tê meşandin
Karasû got, “Ev desthilat bi her awayî êrişî HDP’ê dike. Niha hewl didin bi gefa girtinê û girtina siyasetmedaran vê armanca xwe pêk bînin. Lê nikarin girseya HDP’ê bihelînin. ”
Mûstafa Karasû bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got: “Tirkiye ji aliyê hejmara girtiyên siyasî ve li dinyayê di asta rekorê de ye. Li gorî nifûsa xwe niha li dinyayê herî zêde Kurd girtî ne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku li dijî HDP’ê şerekî berfireh û taybet tê meşandin û got, “Ji xwe heta ku ev şerê taybet neyê fêhmkirin nikarin têkoşîneke xurt a siyasî bimeşînin. Karê vê dewletê ew e ku li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şerê taybet bimeşîne. Eger PKK serketî be, ev yek ji wê tê ku şerê psîkolojîk û taybet yê vê dewletê baş fêhm kiriye û li ser vê bingehê têkoşîneke serketî dimeşîne.”