Rojnews: Asyişa Dihukê hevdîtina parêzer a bi Silêman re astengikir

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 32 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye windakirin.
Têkildarî rewşa Silêman agahî tine ye.
Rojnews’ê ragihand ku hevdîtina parêzerên Silêman bi muwekîlê xwe re hatiye astengkirin.
Ev yek li nava rojnamevan û xelkê başûrê Kurdistanê jî bûye cihê nerazîbûnê.

Rojnamevanê Silêman Ehmed yê li başûrê Kurdistanê edîtoriya ajansa Rojnewsê dikir, ev 32 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye windakirin.

Ji rewşa Silêman agahî nayên girtin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku parêzerên Silêman tevîhemû hewildanan nekarîne bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike.

Hate gotin, bi hincetên cuda asayîşa Dihukê hevdîtin asteng kiriye.

Di nûçeya ajansê de hate parvekirin ku piştî serdanan dadweriya asayîşa Dihukê jî asayîşê rê nedaye hevdîtin pêk were.

Elî Kerîm: Divê demil dest Silêman Ehmed were berdan

Çavdêrê siyasî Elî Kerîmî jî li ser rewşa Silêman peyamek belav kir.

Elî Kerîmî destnîşan kir ku divê rojnamevan û rexengirên başûrê Kurdistanê azd bibin û ev bang li welatiyên başûrê Kurdistanê kir:

“Hêvîdarim êdî welatiyên başûrê Kurdistanê zilm û zordariya Malbata Barzanî qebûl nekin.”

Çalakvanê Behdînan: Divê Silêman Ehmed di zûtirîn dem were azadkirin

Ji Çalakvanên Behdînanê Elî Barzan Şêrwanî jî di peyamek bi dîmen de xwest, di demek ji ya din zûtir de Silêman were berdan.

Şêrwanî ji bo Silêman Ehmed ev nirxandiin kir:

“Hîn jî êşa girtina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê sar nebûyî.

Desthilata başûrê Kurdistanê rojnamevan Silêman Ehmed binçavkir.

Divê demek ji yadin zûtir rojnamevan Silêman Ehmed were azadkirin.”

Wirya Hisên: Revandina Silêman Ehmed xaleke reş di dîroka PDK’ê de ye

Rojnamevan Wirya Hisên jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

“Girtina her rojnamevanek li her cihekê, xalek reş dixe ser sîstem û şêwazê rêvebirina wî welatî.”

32 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button