Konfransa Jinan a Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî.
Her wiha di Konfransê de
“Tora Jin, Jiyan, Azadî: Jin Azadiya Xwe Dihûnin” hat ragihandin û bang li hemû jinan hat kirin ku li ser esasê “şoreşa jinan” têkoşîna hevpar geş bikin.
2. konfransa Jinan a Navneteweyî ku li Berlînê hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
Encamnameya ku ji aliyê konferansê ve hat ragihandin, wiha ye:
- ‘JIN JIYAN AZADÎ’ wek dirûşma serhildan û çareseriyê li her dera cîhanê tê berzkirin.
- Ji bo jiyaneke azad û adilanetir ji bo her kesî em jin xwe berpirs dibînin, em ê bibin pêşengên avakirina pergala ku hesreta me ye.
- Jinên li hemû parzemînan bi helbest, stran, reqs û zîrekiya xwe li dijî jibîrkirina li wan tê ferzkirin li ber xwe didin.
- Em li dijî mîlîtarîzm, nijadperestî, mêtingerî, mêrserwerî, şîrketên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan dadikevin qadan.
- Tecrûbeya têkoşîna jinan a bi sed salan dewam dike, em dibin şahid ku di sedsala 21’emîn de gihiştiye asteke cuda.
- Em li Kurdistan, Îran, Efxanistan, Emerîkaya Latîn û Ewropayê ji bo jiyana tê xwestin radibin ser pêyan û têdikoşin.
- Em jin dibin ‘xwebûn’, navên ku kapîtalîzm, mêtingerî û mêrserweriyê dane me û xaka me red dikin û navên nû ji bo xwe digirin.
- Bersiva herî giring a ji bo vê demê bê dayîn jî têkoşîna hevpar a jinan û mayîndekirina tevna yekitî û piştevaniyê ye.
Di konferansê de ‘tora Jin, Jiyan, Azadî, Jin Azadiya Xwe Dihûnin’ hat ragihandin
Herî dawî di Konferansê de “Tora Jin, Jiyan, Azadî: Jin Azadiya Xwe Dihûnin” hat ragihandin.
Û bang li hemû jinan hat kirin ku li ser esasê “şoreşa jinan” têkoşîna hevpar geş bikin.