Artêşa Amerîkayê li herêma Kendava Farsê dest danî ser zêdeyê 150 fuzeyên ku îdîya dike Îranî ne.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê, 150 fuzeyên antî-tank û sê fuzeyên ji erdê ber bi hewayê ve tên avêtin hatin desteserkirin.
Hêzên deryayî yên USS Normandy keştiyeke ku tê de çekên “Ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin” rawestand
Senatoya Emerîkayê jî heman rojê pêşnûme-biryarek pejirand, ku tê de hewldanên leşkerî yên Donald Trûmp ên li dijî Îranê kêm dike.
Li Senatoyê li hemberî 45 dengên na bi 55 dengan hate qebûlkirin.