“Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana Jîna berfireh dibe.
Tevî zext û êrişa hêzên rejîma Îranê, zanîngeh veguherîne qadên serhildanê.
Li nava bajaran jî xwepêşandan dewam dikin.

Tevî karanîna hêza zorî ya rejîma Îranê jî çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê navber di roja xwe ya 47’an de dewam kir.

Di çerçoveya xwepêşandan û nerazîbûnan de, tevî karanîna hêzê, aliyên azadîxwaz li bajarên cuda cuda yên Îranê êrişî navend û baregehên Besîc dikin.

Serhildan Jîna li nava zanîngehan belav dibe

Xwepêşandan û çalakiyên xwendekarên keç û kuran yên li bajarê Sine dewam bûn.

Li piraniya zanîngehên bajarê Sine, duh jî li gel zext û tundiya van rojên dawî xwendekarên keç û kur li hev civiyan û xwepêşandan pêk anîn.

Li bajarê Merîwanê jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.

Her wiha li zanîngeha Azadî ya Kirmanşanê grev û çalakiyên xwendekaran destpê kir.

Di çalakî û xwepêşandanê de bi dengê çepikan diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dengek bilind hat berzkirin.

Li gel xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Îranê jî xwendekar bi diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo diktator’ çalakî pêk anîn.

Li hinek taxên bajarê Tehran û Kerec’ê ciwanan bi diruşmeyên li dijî desthilatdariyê li ser rê agir pêxisitn û rê girtin.

Li zanîngehên Tehranê yên Beheştî, Emîr Kabîr, Pîşesazîya Şerîf, Zehra, Xwarezmî, Şaxên Rojhilat û Bakurê Zanîngeha Azadî ya Tehranê û her wiha li zanîngehên Tewrêz, Amul, Kirmaşan, Esfehan, Yezd û Meşhedê jî xwepêşandan û çalakiyên xwendekaran dewam bûn.

Back to top button