Rêveberiya Xweser: Serhildana Qamişlo bingeha şoreşa Rojava ava kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Partiya Kesk a Demokratîk û Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera serhildana 12’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir serhildana Qamişlo bingeha şoreşa rojava ava kir.

Rêveberiya Xweser şehîdên serhildanê bibîranîn û diyar kir ku ev serhildan di dîroka nûjen a Sûriyê de xelekeke veguhertinê ya girîng bû.

Rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne.

Rêveberiyê got:

Komkujiya li Qamişlo bi destê kesên li dijî demokrasiyê hatibû kirin.

Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şofanîst nêzî serhildêrên 12`ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne.

Rêveberiyê di dawiyê de diyar kir Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk û ji vê şoreşê yekitiyeke civakî ava buye û got,

“Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriyê û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a pirrengî û nenavendî dixebitin.”

Partiya Kesk a Demokratîk: Serhildana Qamişlo gavek li ser rêya azadiyê ber bi şoreşa Sûriyê û Rojava ve bû

Partiya Kesk a Demokratîk bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dîroka serhildanê û komkujiya ku rejîma Şamê pêk anîbû û hewldanên wê yên derxistina fitneyê di navbera Kurd û ereban de û gotin:

Serhildana Qamişlo gaveke li ser rêya azadiyê ber bi şoreşa gelê Sûriyê ya 15’ê Adara 2011’an, bi taybet Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ve bû.

Partiya Kesk a Demokratîk got:

“Projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekê wê xwe dispêre serhildanê, berovajî îdiayên desthilata Şamê ku gelê Kurd bi cûdexwazî tawanbar dike.

Pêkhateyê Ereb û yên din fam kirin ku Kurd ne dijminê wan e.

Hemû Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zihniyeta desthilata Şamê û lîstokên wê fam kirine û bi hev re dûrî fitneyên desthilatê dixebitîn.

Kongra Star: Serhildana 12’ê Adarê şoreşa pêşwext a 19’ê Tîrmehê bû

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê, bi bîr anîn û got, “Şehîdên Serhildna Qamişlo bûne mûm û rêya me ronî kir.”

Koordînasyona Kongra Star di daxuyaniyê de got: Em siyasetên dijminane ên înkar, qirkirina etnîkî, siyaseta koçberkirinê û qetilkirinê yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin.

Hikumeta Şamê hemû şêweyên tundiyê li dijî gel pêk anîn, nasnameya sûrî neda, ji erkên di hikumetê de gelê Kurd bêpar kir, projeya kembera erebî pêk anî û bi wê re mal û milkên kurdan desteser kirin.

Di encamê de nefretek di navbera gelên Kurd û Ereb de çêkir.

Lê ruxmî wan azaran welatiyan benda tirsê şikand û serhildaneke Kurd ku li tevahî herêmên Rojava dest pê kir û veguherî xala têkoşînê.

Di dawiyê de şehdên ku di oxira jiyana azad û hevbeş de canê xwe dayîn bi bîr anîn..

Back to top button