Li Manchestera Îngiltereyê posterekî mezin ê Ocalan hate daliqandin

Li bajarê Manchesterê yê Îngîltereyê li avahiyeke 10 katî posterekî mezin ê Rêber Ocalan hate daliqandin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêber Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Manchester ê Îngîltereyê li xaçerêk, avahî û rawestgehên otobusan afîşên Rêber Ocalan hatin daliqandin.

Li ser avahiyeke hemberî Stadyûma Manchesterê li ser bîlboardeke herî kêm 10 metre, afîşa Rêber Ocalan hate daliqandin.

Herêma ku afîş lê hatiye daliqandin, yek ji xaçerêka herî girîng a Manchesterê ye.

Wê afîş heya hefteyekê bimîne.

Her wiha li ser afîşê ev tişt hatiye nivîsandin.

“Di girtîgeheke Tirkan de gelo tu dikarî bi rojan di bin tecrîdê de, bimînî.

Rêber Ocalan 8400 roj in di girtîgeheke giravê ya Tirk di hucreyekê de ye.”

Back to top button