Di hilbijartinên Arjantînê de Ekonomîstê Ultra-Lîberal Milei bi ser ket

Li Arjantînê hilbijartina serokomariyê ku duh destpêkiribû bi dawî bû.
Di hilbijartinê de Javîer Milei bi ser ket.
Milei piştî serketina xwe axivî û got: “Îro ji nû ve avakirina Arjantînê dest pê dike. Îro dawiya paşketina Arjantînê ye.”

Li Arjantînê duh hilbijartina serokomariyê hat lidarxistin.

Di hilbijartinan de ekonomîstê ultra-lîberal Javîer Milei ku xwe weke ‘anarko-kapîtalîst’ dide nasîn, bi ser ket.

Milei ku li dijî Peronîstan û lîberalan xwe weke siyasetmedarekî ‘dijberî sîstemê” dide nasîn, di hilbijartinan de bi zêdeyî 11 puanan li hemberî Wezîrê Ekonomiyê Sergîo Massa bi ser ket.

Peronîst 20 sal bûn ku li Arjantînê li ser desthilatdariyê bûn.

Di vê hilbijartinê de dawî li desthilata peronîstan hat.

Li gorî encamên fermî, Milei ji sedî 55,6 deng bi dest xistin, Massa jî ji sedî 44,3 deng bi dest xistin.

Hate ragihandinê ku Massa bi telefonê li Milei geriyaye û piştî encamên destpêkê hatin eşkerekirin ew pîrpoz kiriye.

Mîleî: Îro ji nû ve avakirina Arjantînê dest pê dike

Milei piştî serketina xwe ya hilbijartinê li paytexta welêt xîtabî alîgirên xwe kir û got:

“Îro ji nû ve avakirina Arjantînê dest pê dike. Îro dawiya paşketina Arjantînê ye.

Modela hilweşînê bi dawî bû. Veger tune.”

Wî her wiha diyar kir ku Arjantîn wê di cîhanê de bi rolên girîng rabe û bi hevgirtiya hemû neteweyên cîhana jiyaneke azad û wekhev ava bike.

Milei ku temenê wê 53’ê saliye wê 10’ê Kanûnê li şûna Alberto Fernandez weke serokomarê nû dest bi wezîfeyê bike.

Li Arjantînê, ku enflasyona salane ji sedî 140 derbas dibe, ji her pênc kesan du kes di bin sînorê xizaniyê de dijîn.

Serokomarê nû Javîer Milei di dema kampanyaya hilbijartinê de soz da ku pirsgirêkên aborî yên Arjantînê bi çareseriyên radîkal derbas bike.

Lewma bendewariya hilbijêran jî ji wî ew e ku dawî li hilweşîna welêt bîne û Arjantînê ji nû ve ava bike.

Back to top button