
Serokomarê Fransa Macron ji ber kuştina sivîlên li Xezayê Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu hişyar kir.
Çîn ku mazûvaniya wezîrên derve yên Ereb û Misilman dike, banga avêtina gavên lezgîn ji bo Xezayê kir.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo rewşa li Xezayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re peywendiyek telefonî pêk anî.
Macron bo Natanyahu got:
“Divê em ferqê bikin navbera terorîst û raya giştî.”
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Fransayê, Macron ji Netanyahu re gotiye ku divê demildest agirbesta mirovî bê ragihandin.
Her wiha ji bo Macron ji ber “hejmareke zêde ya kuştî û birîndarên sivîl” li Xezayê dilgiraniya xwe aniye ziman.
Tûndiya cihûyan a li Şerîaya Rojava li ser filistiniyan jî yek mijarên din yên lîderê Fransa nerehetiya xwe li ser nîşan dayî bû.
Lîderê Fransa bi peyameke li ser medya dijîtal X’ê ragihand ku ew amade ne zarokên Xezayê yên birîndar ku dermankirina wan wê başbe li Fransayê tedawî bikin.
Ji Çînê bo raya navnetewî bangawazî
Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yi di vekirina civînên ku vê hefteyê li Pekînê bi beşdariya Wezîrên Karên Derve yên Rêveberiya Filistîn, Endonezya, Misir, Erebîstana Siûdî û Urdunê hatin lidarxistin de axivî û got;
Ji bo rawestandina “karesata mirovî” ya li Xezayê, divê civaka navneteweyî “bi lezgîn gav bavêje.”
Wang Yi di axavtina xwe ya ji bo nûneran û di nav wan de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkarîya Îslamî ya Çadê Husên Îbrahîm Taha de got;
Rewşa Xezayê bandorê li hemû welatên cîhanê dike û “jiyana mirovahiyê” dixe bin pirsê.
Wang bang li civaka navneteweyî kir ku “ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê trajediyê tedbîrên bi bandor bigirin.”
Di hilbijartinên Arjantînê de Ekonomîstê Ultra-Lîberal Milei bi ser ket