Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê li Hesekê pêşengehek wêneyên jin vekir.
Pêşengeh bi dirûşmeya ” Şoreşa Jin bi hunerê dixemile” hate lidarxistin.
Roja 14 ‘ê Mijdarê li Dêrikê, 16 mehê li Qamişlo û 18 li Amûdê îro jî li Hesekê pêşengeh hate vekirin.
Pêşengeh dikeve çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çalakiyên 25’ê Mijdarê.
Di pêşengehê de tabloyên dîrok, nasname, çand û têkoşîna jinan nîşan dide hatine danîn.
Piştî herêmê Cizîrê wê li Kantona Kobanê û Şehbayê jî pêşengeh were vekirin.