55 Parlamanterên Ewropî banga lêkolîna êrişên kîmyewî kirin

55 Endamên Parlamentoya Ewropayê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW)kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêkolîn bike.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW ya ku rêxistineke navneteweyî ye û navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye,

Têkildarî agahî û belgeyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî heta niha ti lêkolîn nekiriye.

Ji ber vê yekê jî Endamên Parlamentoya Ewropayê nameyek ji OPCW’yê re şandin.

Parlamenterên ji komên cuda yên PE’yê gotin:

“Pêwîste îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê kurdistanê bê lêkolînkirin.”

Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ‘ê name ji OPCW’yê re şandin.

Endamên PE’yê dîmenên piştî êrîşên dewleta Tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, û gelek belge pêşkêşî OPCW’yê kirin.

Parlamanterên Ewropî : Dewleta Tirk gazên jehrê li dijî PKK bikar tîne

Name bi vî rengî ye:

“Weke endamên Parlamenta Ewropayê, îdîayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê kurdistanê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin.

Peymana Çekên Kîmyewî ji sedî 98 ê cîhanê di bin parastina vê peymanê de ye, ku ev yek destketiyeke girîng e.

Lê belê tecrûbeya Kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne.

Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo bi navê we biaxive.

Kurd xwedî dewletekê nînin ku daxwazeke bi vî rengî bikin.

Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê de gazên kîmyewî bikartîne

Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikişînin.

Daneyên ku me jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne, lewma jî divê hûn zanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke lezgînî heye.

Em weke nûnerên Ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin.”

Li ser vê nameyê 55 Parlamenterên mohra xwe danîn.

Back to top button