Îlham Ehmed: Rûsya soza çareseriyeke giştî daye

Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku Rûsya soz daye ku wê roleke navbeynkar navbera wan û Rêjîma Sûrî de bilîze û çareseriyeke giştî pêk bîne. Seorka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir, wê komîteyeke bilind ji bo nîqaşkirina qanûna Rêveberiya herêmî û teşeya Rêveberiya Xweser were avakirin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed, naveroka hevdîtinên wan û Rûsyayê li baregeha Himêmê eşkere kir.

Ilham Ehmed da zanîn ku di hevdîtina ku bi nûnerekî wezareta derve ya Rûsyayê hat kirin de “ew nû hêmanên destpêkê bi Rêjîma Sûrî re datînin û Ji bo goftûgo rêyeke cidî bigirin.

Divê planek ji bo wan were danîn û di rêya komîteyên taybet re pêk werin.

Ilham Ehmed ji bo aliyê gerenator Rûsyayê jî destnîşan kir ku “wê soz daye çareseriyeke giştî pêk bîne û encam jî wê di rojên bê de eşkere bibin”

Rûsya soza pêkanîna çareseriyeke gişgir daye û wê di rojên bên de ev tişt xuya bibe.

Piştî nîqaşên li Himîmîmê, roja din MSD’ê berê xwe da Şamê û bi amadebûna nûnerê Rûsî, bi Serokê ofîsa Ewlekariya Netewî ya Rêjîma Sûrî Elî Memlûk re civiya.

Têkildarî van geşedanan Seroka Destea Rêveber a MSD’ê got:

Me behsa defîneyên xwezayî nekir, ji ber em dixwazin vî tiştî bihêlin heya nexşeya siyasî bi temamî were diyarkirin.

Jixwe mjiara QSD’ê jî wê bi berpirsên leşkerî yên van hêzan bixwe were nîqaşkirin.

Li gorî Ilham Ehmed, “bi qasî çareseriya aloziya Sûrî ku hemû gelên Sûriyê razî be, ew qasî cihê danûstandinan ne girîng e.”

Back to top button