“WÊ RÛSYA JÎ LI GEL TIRKIYÊ LI GAZÊ BIGIRE”

Rûsyaya ku kirinên dewleta Tirk li Qibrisê red dikirin, aniha xwe ji lêgerîna gazê re amade dike.

 

Ajansa Anadolê ya Tirkî li ser zimanê wezîrê enerjiyê yê Rûsî Alexander Novak ragihand ku kargehên Rûsî amade ne bi Tirkiyê re li rojhilatê Deryaya Spî bixebitin.

Li gorî ajansê, wê ev kargeh li gel Tirkiyê li gazê bigerin.

Ev yek hemwextî banga hikumeta Enqereyê hat ku duh ji hemû aliyên herêmê xwest ku destekê bidine wê da bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.

Berî niha Rûsya der barê kirinên Tirkiyê li ava Qibrisê de bifikar bû ku ev kirin di nava herêma Qibrisê ya aborî de pêk tên.

Meha borî Yekîtiya Ewropayê hinek ceza li dewleta Tirk birîbû, lê heya niha Tirkiye kirinên xwe ranewstandine.

Leave a Reply

Back to top button