Dewleta Tirk careke din Qamişlo û Şehba topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker duh bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û îro jî êrişan dewam kir. Îro jî gundên Qamişlo,Şêrawa ya Efrînê hatin topbaran kirin .Hat ragihandin di êriş ber bi êvarê ya li ser gundê Mele Spat yê Qamişloyê de şehîd û birîndar hene. Duh jî di encama êrişan de 4 endamên Erka Xweparastinê li Qamişlo, zarokek li Tirbesipê û kalemêrek li Til-Temirê şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi dijwarî êrişî herêmê kir û îro jî êrişan dewam kir..

Dagirkeran di seatên nîvro de, gundê Sêgirka yê Qamişlo topbaran kir..

Li Şehbayê jî devera navbera gundên Soxanekê û Aqîbê, her wiha derdora gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê hat topbarankirin..

Zêdetirî 20 obîs li herêmê ketine.

Ji Girkê Legê heta bi Til-Temir û Eyn Îsa topbaranê dewam kir

Duh jî dewleta Tirk gundê Sermisaxa Jorîn a navçeya Girkê Legê kir armanc.

Her wiha gundê Dêrna Axê yê Çilaxa jî hat topbarankirin..

Gundên Dêrna Qulinga, Kêl Hesnak, Şelhomiyê, Du-gur û Rotan yên Tirbespiyê jî bûn armanca êrişan.

Hejmarek top li nêzî baregeha koalisyonê ya li gundê Mizgeftê û 2 topên hawanê li nêzî Dêra Maer Jerges a Suryan a Tirbespiyê ketin.

Li aliyê din gundên Deşîşa û Gozeliyê yên Til Temirê jî bûn hedefa êrişan .

Di encama êrişan de 4 endamên Erka Xweparastinê li Qamişlo, zarokek li Tirbesipê û kalemêrek li gundên Til-Temirê şehîd bûn…

Li aliyê din, li Eyn Îsa jî gundên Dibis, Hoşan, Xalidiyê û rêya M4 hat topbarankirin.

QSD: Hêzên dagirker zêdetirî 30 top li gundên eyn îsa xistin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrişên duh yên li ser Eyn Îsa û gundên wê jî daxuyaniyek da û dîmenên topbaranê parve kirin..

Li gorî navendê, zêdetirî 30 top li gundên Um Beramîl, Mexlet, Hîşê, Hiwêce û rêya M4 yên li rojhilatê Eyn Îsayê ketin.

Ji ber topan, ziyan gihaşt mal û milkên welatiyan.

Back to top button