Yek ji Fermandarên YPJ’ê Dilar Heleb têkildarî êrîşên li ser goristana şehîdan a li Efrînê de axivî û diyar kir dewleta Tirk bi van êrîşan tirsa xwe ya ji hestiyên şervanan jî nîşan dide.
Dilar diyar kir ew ê weke şervanên YPJ`ê ax û nirxên şehîdên xwe biparêzin.
Dewleta Tirk di 15`ê Tîrmehê de îdia kir ku li Efrînê goreke komî ya sivîlan dîtiye.
Li dijî vê îdiayê Navenda çapemeniya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku ew gora komî goristan bû û tê de 71 şervan hebûn.
Ji fermandara YPJ`ê Dilar Heleb ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girtibû û şahîdiya merasîma oxirkirina şervanan kiribû, axivî.
Dilar da zanîn ku dewleta Tirk gorên rêhevalên me yên şehîd vedike û dibêje ku gorên komî yên sivîlan in.
Dilar teqez kir ku wan şervanan canê xwe ji bo Efrînê feda kirin.
Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb: Ev kirin di tu zagonên cîhanê de nayê qebûlkirin
Dilar Heleb diyar kir ku ev kirin di tu zagonên cîhanê de nayê pejirandin.
Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb: Em ê ax û nirxên şehîdên xwe biparêzin
Di dawiyê de, Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb wiha anî ziman:
Dewleta Tirk heman hovîtiyê li Bakurê Kurdistanê jî dike, ew jî di bin navê ku êrîşî (teroran) dike, gorên şervanên Tevgera Azadiyê xirab dike.
Em ê jî weke şervanên YPJ`ê ax û nirxên şehîdên xwe biparêzin.