QSD’ê 34 girtî serbest berdan

QSD’ê îro 34 girtiyên ku destê wan di sûcên li dijî gelê Sûriyê de tune ne, serbest berdan.

Fermandarê Buroya Têkiliyan a QSD’ê Şiyar Hesekê di merasîma berdana girtiyan de axivî û bang li kesên hatine berdan kir ku vegerin rêya rast.

QSD’ê beriya demekê beş bi beş şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

QSD’ê îro jî li Hesekê bi merasîmekê 34 kesên ku berê bi tawanbariya hevkarî û têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re hene hatibûn girtin, serbest berdan.

Rûspî û şêxên eşîrên herêma Hesekê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê, nûnerên saziyên sivîl û Komîteya Têkiliyan a QSD’ê ya Hesekê jî di merasîmê de amade bûn.

Tevî hewldanên QSD’ê, bi navbeynkarî û kefaleta rûspî û şêxên eşîran girtî hatin berdan.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Muawiniya Mela Ehmed axivî û ji girtiyên hatine berdan xwest ku ji bo gel û welatê xwe xizmetê bikin.

Fermandarê Buroya Têkiliyan a QSD’ê Şiyar Hesekê jî bang li kesên hatine berdan kir ku vegerin rêya rast û nebin amûrê nifaqa ku dixwazin di navbera gelan de pêş bixin.

Serokê Meclisa Qebîleya El-Cebûr û endamê Meclisa Rûspiyan Fewaz El-Zewbea jî spasiya xwe li QSD û tevahî aliyên ku piştgirî dane vê hewldane kir

Hin girtiyên ku hatin berdan jî spasiya xwe li QSD’ê kirin û diyar kirin ku ew gelekî poşman bûne.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close