Rejîmê bi desteka Rûsyayê li gundewarê Idlibê 32 êrîş pêk anîn

Rejîma Sûrî bajarê Erîha yê li başûrê Idlibê bombebaran kir û di êrîşê de 5 kes hatin kuştin.

Her wiha rejîmê bi desteka Rûsyayê, li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Idlibê 32 êrîş pêk anî.

Li aliyekî din Tora Sûrî ya Mafên Mirov têkildarî kesên ku ji aliyê rejîmê ve hatin binçavkirin raporek amade kir û destnîşan kir ku di sala 2019an de zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatin binçavkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî bajarê Erîha ya li başûrê Idlibê bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku di ecamê de 5 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Her wiha rejîmê bi qasî 21 bermîlên teqemeniyê herêmên Meseran, Meret Numan û Xedfeyê غضفة yê li gundewarê Idlibê kir hedef.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî li van herêman 11 êrîş pêk anîn.

Li gundewarê Helebê jî di encamê topbarana rejîmê ya li gundê Berne de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 7 birîndar bûn.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: LI GUNDEWARÊ REQAYÊ 14 SIVÎL KUŞTÎ HATIN DÎTIN

Ji aliyê din ve Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku li çolistana Sebxe ya li gundewarê Reqayê ku niha di bin kontrola rejîmê de ye cenazeyê 14 sivîlên ku şivantî dikirin kuştî hatin dîtin.

Der barê bûyerê de ti agahiyên din nehatin parvekirin.

ALOZIYA SÛRÎ
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: LI GUNDEWARÊ ŞAMÊ REJÎMÊ 38 ZAROK BINÇAV KIRIN

Her weha Çavdêriyê ragihand ku rejîma Sûrî li bajarokê Yelda yê li başûrê Şamê, 38 xwendekarên dibistana seretayî ya bi navê Cermûq binçav kirin.

Hat diyarkirin ku ev zarok bi sedema ku wêneyê serokê rejîma Sûrî Beşar Esed qetandine hatine binçavkirin.

TORA SÛRÎ YA MAFÊN MIROV:
DI SALA 2019’AN DE REJÎMÊ 2 HEZAR Û 797 KES BINÇAV KIRIN

Tora Sûrî ya Mafên Mirov jî bi raporekê ragihand ku di sala 2019’an de bi giştî 2 hezar û 797 kes ji aliyê rejîma Sûrî ve hatine binçavkirin.

Tora Sûrî di rapora xwe de bang li NY kir ku di civînên pêş ên Cinêvê de li ser dosyayên kesên binçavkirî raweste.

Leave a Reply

Back to top button