Salvegera 4. a komkujiya Çiyayê Qereçoxê

4 sal di ser komkujiya çiyayê Qerçoxê re derbas dibin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk dagirker pêk hat û 38 şervan şehîd û birîndar bûn, bi wê re rûyê hêzên navnetewî li hemberî Kurdan eşkere bû. Lê tevî van komplo û êrîşan, hîna Rêveberiya Xweser li ser lingê xwe ye û hevgirtina gelê herêmê hîna xurttir dibe.

Ev dîroka bi êş ya komkujiya çiyayê Qereçoxê ye.

2017’an, hemwextî ku QSD’ê di çarçoveya pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de li Tebqayê bi pêş de diçû, ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat.

Wê rojê, 26 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Qereçoxê bombebaran kir, di encamê de 38 şervan şehîd û birîndar bûn.

Dewleta Tirk hemwextê êrîşa li ser çiyayê Qereçoxê bi balafiran êrîşî çiyayê Şengalê û gundên Kisra û Amûdê jî kir.

Armanc ji êrîşê, şkandina vîna gelê herêmê bû, lê piştî êrîşê bi çend seatan gel ji her alî ve herikî û bi çiyayê Qereçoxê rapelikî û bi dirûşmeyên tolhilanda şehîdan êrîş şermar kirin.

Êrîşa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Qereçoxê cara yekemîn bû ku Koalîsyona Navnetewî çavê xwe li planên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî girt.

Her wiha maskên hêzên navneteweyî bi taybet DYA, Ewropa û Rûsyayê eşkere kirin û hevkariya dagirkeriya Tirk bi DAIŞ’ê re xuya kir.

Hêzên navnetewî ji pêkanîna komkujiyan nayên cudakirin, ji ber ku bêyî erêkirin û perspektîfên navneteweyî komkujî pêk nayên.

Dewleta dagirker êrîşên xwe yên bi vê armanca têkbirinê, sala 2018’an li Efrînê, sala 2019’an jî li Serê Kanî û Girê Spî berdewam kirin.

Ev êrîş parçeyekî stratejiya derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bû, lê projeya neteweya demokratîk hîn jî li ser lingê xwe ye û bi pêş dikeve.

Ji bo bîranîna şehîdên Qereçoxê, Rêveberiya Xweser roja 25ê Nîsanê weke ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûrî” ragihand.

Back to top button