Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêyî rizgarkirina Efrînê aramî û serkeftin li Sûriyê pêk nayê.
Komîteyê di daxuyaniyê de da zanîn ku berdewamiya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din xeteriyê li ser aştî û aramiya tevahî Sûriyê çêdike.
Ji ber ev erdnîgarî xwedî mîrateke dîrokî û civakî ye.
Dagirkirina Efrînê bi komplo û bazar ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û bêdengiyeke navneterweyî pêk hat.
Her wiha dewleta Tirk li hember çareserkirina aloziya li herêmê ku ev 11 salin dewam dike bendaveke xurt e.
Em êş û zehmetyên gelê Efrînê yê koçber parve dikin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê dawiya daxuyaniyê de wiha got:
Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên NY`yê û hêzên çalak ên li Sûriyê dikin ku derbarê sûcên ku dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî pêk bîne de roleke eşkere û berpirsyar bi cih bîne.