Şêniyên Minbicê agirê Newrozê pêxist û govend gerand

Bi boneya nêzbûna şahiya Newrozê şêniyên bajarê Minbicê li qada Saetê ya naverasta bajar agirê Newrozê dada. Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê jî meşleyên Newrozê pêxistin û şahî li dar xistin.

Pêkhateyên Minbicê li qada Saetê ya bajar agirê Newrozê dadan û şahiyek li dar xist.

Şahî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Komîteya Şaredariyan ve hate organîzekirin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Dayik û hevjînên şehîdan di nav tilîliyan de agirê Newrozê pêxistin.

Li serdora agir govend hat gerandin.

Şêniyên Girkêlegê û Dêrikê meşele û agirê Newrozê pêxistin

Bi sedan şêniyên Dêrikê li Qada Şehîd Beyrem agirê Newrozê dadan û li ber stranan govend gerandin.

Li Girkê Legê jî Kongra Star bi beşdarbûna bi dehan şêniyan agirê Newrozê li ber avahyia Navenda Perwerdeyê dada.

Şêniyan li derdora agir govend gerandin.

Back to top button