Şervanên YPJ’ê û Jinên bajar dest bi pêngava paqijkirinê kirin

Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa Coronayê de şervanên YPJ’ê û jinên Reqayê dest bi paqijkirina bajar kirin.

Şervanên Yekîneyên Parastinê yên Jinê YPJ tevî jinên herêmê daketin kolanên Reqayê û dest bi paqijiya bajêr kirin.

Bi slogana ‘tedbîra xweparastinê û paqijî ji derman çêtire” jinan gemara li kolanan paqij kirin.

Şervanek YPJ’ê bi navê Zozan destnîşan kir ku ew ê şêniyan ji her tiştî biparêzin û got,

Karê me ewlekarÎ ye, hem ewlekariya ji aliyê leşkerî hem jî ewlekariya ji nexweşiyan e.

Ji bo bajarê xwe ji nexweşiyan biparêzin çi ji destê me tê em dikin.

Şervanên YPJ û jinên Reqayê ragihandin ku wê ev pêngav heta paqijkirina her derê wê dewam bike.

Back to top button