Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê ya li Dersimê de wesayiteke leşkerî lidar xist.
Di encamê de wesayita leşkerî hate teqandin û 4 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin.
11’ê Gulanê gerîlayan li navçeya Hozat a Dersimê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker, çalakiyeke sabotajê kirin.
Di çalakiyê de wesayît hat teqandin 4 leşkerên hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Di şeva heman rojê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Sinûnê ya herêma Xakurkê û qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombe kirin.
HPG’ê dazanî ku di êrîşa dagirkeriyê de tiştek bi gerîlayan ne hatiye.