Çeteyan li navçeya Cindirêsê û Raco yên Erfînê du sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî û navçeyên wê 4 sivîlên din revandin û êşkenceyên giran li wan kirin.

Malpera Afrinpost jî ragihand ku Çarşema derbasbûyî, çeteyan li gundê Me’imila yê navçeya Raco ciwanê bi navê Şêro Cemîl Miho revand.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyan ciwanê bi navê Hisên Kiro revand û du rojan bi giranî êşkence kirin

Çeteyan bi hênceta ku Hisên pez di nav erdên çeteyan yên ji şêniyên resen desteser kirine, diçêrand, ew revandine û êşkence lê kirine.

Çeteyan li navçeya Bilbilê bav û kurê wî revandin

Çavkaniyekî ji televîzyona me re ragihand ku çeteyan, ciwanê bi navê Ferhad Mehmûd Ibrahîm ji gundê Hesen Dêra yê Bilbilê revand.

Hat ragihandin dema bav Mehmûd Ibrahîm li kurê xwe dipirse, çete wî jî direvînin û bi giranî êşkencê lê dikin.

Back to top button