Derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, namzeta serbixwe Yusra Receb bang li xelkê herêma Germiyanê kir ku dengê xwe bidinê.
Yusra Receb li herêma 5’an a Silêmaniyê bi jimara 23 wê tevlî hilbijartinê bibe.
Yusra têkildarî bername û projeyên xwe yên ji bo dema nû ya Parlamentoya Iraqê ji Rojnews’ê re got:
Min karîbû mafên destûrî yên hemû welatiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê biparêzim.
Projeya min a sereke wê ji bo mafên destûrî yên herêmê be. Lewra ez bawariya welatiyan dixwazim.
Yusra Receb eşkere kir ku wê ji bo misogerkirina tevahî mafên destûrî yên meden, siyasî û aborî, mamoste û karmendan kar bike.
Nisan El-Zayer: Em ê bi piştevaniya jinan encamên girîng bigirin
Li aliyelî din jî namzeta jin Nisan El -Zayer jî diyar kir ku piştevaniya jinan ji bo wan bese ku di hilbijartinan de encamên giring bigirin.
Nisan got: Jin bêtir bi dengdêrên xwe re di danûstandinê de ne.