Istîxbarata dewleta Tirk a dagirker ciwanek ji gundê Qîbarê yê Efrînê revandin

Kuştin ,talankirin ,dizî, û revandina sivîlan ..Ev hemû sûcên delweta tirk ku li efrîna dagirkirî dimeşîne Herî dawî Îstixbarata dewleta Tirk ciwanek ji gundê Qîbarê yê kantona Efrînê ya dagirkirî revand.

Çeteyên dewleta tirk a dagirker di 23`yê Adarê de ciwanê bi navê Ebdo Semîr Necar (26) ji şêniyên gundê Qîbarê revand.

Çavkanî da zanîn ku heta niha agahî derbarê Necar de tune ne.

Her wiha duh jî hate ragihandin, dewleta Tirk û çeteyên wê, li gundê Emara yê navçeya Mabata 2 welatî revandin.

Beriya 3 rojan jî çeteyên dewleta Tirk li Raco ya Efrînê, dayîka 5 zarokan revandin..

Back to top button