Nivîskarê Sûrî Mihemed Îsa: PKK xeta parastinê a li dijî terorê ye

Piştgiriya ji bo kampaniya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li herderê zêde dibe. Nivîskarê Sûrî Mihemed Îsa jî piştgirî da kampaniyê û diyar kir ku ne tenê PKK ji lîsteya terorê were derxistin her wih divê wekî xeta parastinê ya yekemîn li dijî terorê were destnîşankirin.

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê li cîhanê deng vedaye.

Roj bi roj bang û piştgiriya kampanyayê zêde dibe.

Têkildarî mijarê Nîvîskarê Sûrî Mihemed Îsa ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Mihemed Îsa diyar kir dewletên Ewropa yên kapîtalîst dibin hevkarên Tirkiyê û bi xistina navê PKK di lîsteya terorê de li dijî têkoşîna azadiyê a gelê kurd disekinin.

Mihemed Îsa da zanîn ku PKK’ê ji bo azadiyê di serî de azadiya jinê her wiha şerê li dijî DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabû û got: “Ji bo berjewendiyên tevahî mirovahiyê, ne tenê divê navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di heman demê de divê wekî xeta parastinê ya pêşîn li hemberî terorê bê destnîşankirin.

Pêwîste PKK’ê wek yekem îfadekarê wijdanê şaristaniya nûjen cihê xwe yê rast bigire ku teror tune kir û ji bo aştî û aramiyê têdikoşe.”

Di dawiyê de Nîvîskarê Mihemed Îsa bang li hemû rewşenbîrên Ewropa û Amerîkayê û hemû kesên aştîxwaz kir ku dereng nemînin û tev li kampanyayê bibin.

Back to top button