MAZLÛM EBDÎ: BI HEVKARIYA EŞÎR Û PÊKHATEYAN EM BI SERKETIN

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di komxebata êl û Eşîrên herêmê de axivî.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku ne ji hevkariya eşîr û pêkhateyan ba serkeftin ne dihatin bidestxistin.
Abdî da zanîn ku bi awayekî ne yekser danûstandin di navbera wan Tirkiyê de hene û got:
Em amade ne bi aştiyane pirsgirêkan çareser bikin
Û rizgarkirina Efrînê weke rêya çareseriyê bi nav kir.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di komxebata êl û Eşîrên herêmê de axivî.

Mazlûm Ebdî destpêkê balkişand li ser serkeftinên QSD’ê û bi bîr xist ku ne ji hevkariya eşîr û pêkhateyan ba ev serkeftin ne dihatin bidestxistin.

Ebdî diyar kir ku Hêzên QSD’ê hêza tekaneye ku dûrî netewperestî û olperestiyê ye û paşeroja Sûriyê temsîl dike.

MAYÎNA HÊZÊN NAVNETEWÎ JI BO PARASTINA GEL REWA YE

Fermandarê QSD’ê îşaret bi rola hêzên navnetewî jî di têkbirîna DAIŞ’ê de kir û got:

Hebûna hêzên Koalîsyonê li herêmên me û hêzên Rûsiya li herêmên din xwedî rolekî pozîtif bûn.

Hîna jî hebûna van hêzan pêwîst dike. Ji ber ku hîna Efrîn, Idlib, Cerablûs û Bab dagirkirîne û hîna DAIŞ’ di herêmê de heye.

Mayîna van hêzên ji bo parastina gel rewa ye.

ÇARESERÎ DI PEJRANDINA TAYBETMENDIYÊN QSD’Ê Û ROLA WÊ PÊKAN E

Hêzên me bi yekîtiya xaka Sûriyê û diyaloga Sûrî-Sûrî bawer dike û ji bo vê yekê jî têdikoşe.

Lê belê em dibêjin bi ti awayî venagerin berî sala 2011’an.

Beyî itîrafa destûrî bi mafê gelê Kurd û itîrafa bi rêveberiya xweser ku xizmeta hemû pêkhateyan dike Sûriyeke demokratîk ava nabe .

Xwe gihandina çareseriyê di pêkanîna pejrandina taybetmendiya hêzên QSD’ê û rola wê di parastinê de di paşerojê de pêkane.

BI AWAYEKÎ NE YESKER DI NAVA ME Û TIRKIYÊ DE DANÛSTANDIN HENE

Mazlûm Ebdî da zanîn ku bi rêyeke ne yekser û navbeynkaran danûstandinan bi Tirkiyê re dikin û ev tişt anî ziman;

Em amade ne pirsgirêkan bi aştiyane û mercan çareser bikin.

Em dikarin xwestekên Tirkiyê yên derbarê sînorê de jî ber çava re derbas bikin.

BÊYÎ EFRÎNÊ ÇARESERIYÊ NABE

Ebdî got:

Bêyî Efrînê çareserî nabe.

Eger Tirkiyê çareseriya siyasî dixwaze bila ji Efrînê derkeve.

Niha qoxaneke nû li pêşiya QSD’ê ye.

Hîna çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê herêmê xetere, lewma ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Çawe em li dijî DAIŞ’ê biserketin emê vê qonaxê jî biserkeftî derbas bikin.

BILA SEROKEŞÎR Û RÛSPÎ DI MILÊ MANEWÎ DE PIŞTGIRIYA QSD’Ê BIKIN

Fermandarê giştî yên QSD’ê Mazlûm Ebdî dawiyê bang li serokeşîr û rûspiyên herêman kir ku di milê menewî de piştgiriya QSD’ê bikin ji ber faktorê sereke ye di serkeftina qoxana nû de ye.

Leave a Reply

Back to top button