NATO daxwaza Sirbistan a şandina leşker û polîsan bo Kosova red kir

Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic ragihand ku Hêzên Aştiyê yên Kosovayê (KFOR) a NATO daxwaza Sirbîstanê ya şandina leşker û polîsan bo Kosovayê red kir.

Hêzên Aştiyê yên Kosovayê (KFOR) a NATO bersiv da daxwaza Sirbîstanê ya ji bo bicihkirina leşker û polîsan li bakurê Kosovayê.

Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic di daxuyaniyekê de got;

KFOR daxwaza Sirbistanê ya şandina leşkeran bo Kosovayê red kir û bersiva wan “tesadufî” di rojek watedar de hat dayîn.

Ev jî di heman rojê de ku Xiristiyanên Ortodoks Cejna Noelê pîroz dikirin.

Vucic got,

“Me hemûyan dizanibû û hêvî dikir ku dê bersiv çi be, min berê jî ev yek gotibû.

Bê guman, wan bersiv da ku ne hewce ye Hêzên Çekdar ên Komara Sirbîstanê vegerin ser axa Kosovayê.”

Vucic anî ziman ku biryara 1244 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê KFOR’ê qebûl nake ku Sirbîstanê red bike û ev tişt anî ziman:

“Eger di şeva Noelê de bersiveke erênî bidana me, wê demê ev yek dihat wateyekê.

Lê gava ku hûn berî Sersalê bersivek neyînî bistînin, hûn dikarin fêm bikin ku ew ne bi tesadufî bû.”

Kosovayê bertekek tund nîşanî vê daxwaza Sirbistanê dabû.

Sirbîstanê bi îdiaya ku jiyana Sirbên etnîkî yên li bakurê Kosovayê ne ewle ye, ji bo şandina leşker û polîsên ji 1000 kesî ber bi bakurê Kosovayê ve bişîne, serlêdana fermî ji KFOR’ê re kir.

Daxwaza Sirbistanê bû sedema berteka tund a Kosovayê.

Seroka Kosovayê Vjosa Osmanî got;

Artêşa Sirbîstanê wê careke din lingê xwe li ser xaka Kosovayê nedêne.

Back to top button