Şêniyên gundê Xazyana yê Efrînê 5 zarokên xwe ji destên çeteyan xilas kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên dermirovî li dijî şênî, dîrok û xwezaya Efrînê didomînin.

Li gundê Xazyana yê navçeya Mabeta çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan 5 zarok birevînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan dema xwestin zarokan ji dibistanê birevînin, welatî li ber wan rabûn û zarok ji destên wan xilas kirin.

Her weha rêxistinê da zanîn ku heya niha çarenûsa zarokê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl yê 11 salî jî ne diyar e.

Beriya salekê, çeteyan Mihemed û bavê wî yê bi navê Reşîd Xelîl revandin û ji ber malbata wan nikaribû 100 hezar dolar fidye bide çeteyan bavê Mihemed kuştin.

 

Çeteyan li Efrîn û navçeyên wê 2 sivîl revandin

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan şêniyê bi navê Rocan Ismet yê 32 salî ji gundê Çolaqa revand.

Rêxistinê da zanîn, 5 erebeyên ku ala dewleta Tirk a dagirker hilda bûn, ew ji gund revandin.

Li Efrînê jî, çeteyan şêniyê bi navê Semîr Qere Çol yê 60 salî ji gundê Satya yê navçeya Mabeta revand.

Çavkaniyan diyar kirin ku Ji ber Semîr li çarenûsa hevjîna xwe ya

Back to top button