Dayîka birîndareke Kunemasî: Ji ber ku em Kurdin dewleta Tirk êrîşê me dike

Bertek û êrîşên li dijî bombebarana dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan didome. Dayika birîndarekî Kunemasî diyar kir ku ji ber ku em kurdin dewleta Tirk me bombebaran dike. Daxwaz ji hikûmeta başûr kir ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.Wezareta Pêşmerge jî diyar kir ku ne erkawane ku li hember bombebaranê tiştekî bikin.

 

Eyşe Mistefa dayika Keywan Kawa ye, ku li gel hevjîn û 2 zarokên xwe di bombebarana dewleta Tirk a li ser Seyrangeha Kunemasî ya ser bi Şarbajêr a Silêmaniyê de birîndar bibû, ji Rojnews’ê re axivî.

Eyşe Mistefa di destpêka axaftina xwe de nerazîbûna xwe ya li hemberî bombebarana dewleta Tirk anî ziman û got;

“Hêrsa me li hember êrîşan mezine.
Tenê ji ber ku em Kurdin dewleta Tirk bi balafir û sîxuran êrîşê me dike û cih warên me bombebaran dike.
Em vê yekê qebûl nakin.”

Eyşe Mistefa daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku sînorek ji êrişên dewleta Tirk re daynin û çavên xwe ji kuştina sivîlan re negrin..

Wezareta Pêşmerge: Erka me nîne li hember bombebaranan tiştekî bikin

Segreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî ji ajansa Rojnews re axivî diyar ku wê êrişa li Kunemasî lêkolîn nekin.

Cebar Yawer got; “Erka me nîne li ser van bombebaranan tiştekê bikin. Divê saziyên ewlehî yên Silêmaniyê vê bombebaranê lêkolîn bikin”

Di êvara 25’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagiker Seyrangeha Kunemasî ya ser bi Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 jê zarok 8 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran 5 kes ji heman malbatê ne.

Back to top button