Partiya Kesk a Demokratîk pêngava çandina daran da destpêkirin.
Di çarçoveya pêngavê de 10 hezar dar, dê li dibistan û navendên perwerdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin çandin.
Hevserokê Partiya Kesk a Demoratîk Loqman Ehmê li Dibistana Şehîd Ehmed Elî ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê pêngava çandina daran ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Wek Partiya Kesk a Demokratîk, destpêkirina pêngava çandina daran a salane bi dirûşma ‘Jingeha me pêşeroja nifşên me ye’ radigihînin.
10 hezar dar li dibistan û navendên perwerdeyê li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin çandin:
Ev yek di çarçoveya pêngavên me yên salane, ji bo çandina daran û parastina jîngehê ye.
Her wiha hate diyarkirin ku dê 25 hezar belavokên hişyariyê bên belavkirin.
Piştî daxuyaniyê di hewşa Dibistanê de 75 darên hatin çandin.
Li baxçeyê Destaya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê jî 150 dar hatin çandin.