Piraniya Emerîkî ji ber guhertina siyaste welatê wan di Sûrî de bi fikar in

Li gorî ankêta ji aliyê tora CNN’ê ve hatiye amadekirin, piraniya emerîkî ji ber rewşa li Sûriyê bi fikar in.
Emerîkî dibêjin ku ji ber guhertina dawî di siyaseta Emerîkayê de wê DAIŞ’ê dîsa vegere.

Li gorî ankêta bi navê “SSRS”, Emerîkî der barê çawaniya pêşerojê dabeş in.

Zêdeyî nêviyê gelê Emerîka ango ji sedî 51 difikirin ku divê DYA’yê bi awayekî rast tev li Sûriyê bibe û ji sedî 43 ji wan bi vî awayî nafikirin.

Bi giştî, li gorî ankêtê ji sedî 43 Emerîkî der barê rewşa li Sûriyê de gelekî bi fikar in.

Ji sedî 50 ji gelê Emerîkayê ji ber vekişandina DYA’yê ji Sûriyê ne razî ne.

Lê ji sedî 42 ji Amerîka ji bo vekişandina Washingtonê ji Sûriyê erê dikin.

Piraniya wan ango ji sedî 69 dibêjin ku guhertina siyasî ya Amerîka li Sûriyê dibe ku bibe sedema vegera DAIŞ’ê.

Leave a Reply

Back to top button