Li dijî êrîşên dagikeriyê ya dewleta Tirk li Xakurka Başurê Kurdisanê Gerîlayên HPG-YJA Starê dest bi çalakiyan kirin.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê derbeya herî mezin a dîrokê li dagirkeran bidin.
Li dijî êrîşên dagirkeriya ku dewleta Tirk li herêma Xakurkê ya Başurê Kurdistanê dayî destpêkirin hêzên gerîla dest bi berxwedan û çalakiyên bi bandor kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî hatin parvekirin:
27’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin.
Destpêkê artêşa dagirke bi balaferên şer û helîkopteran herêm bombebaran kir.
Piştre hebûna leşkerên xwe li herêmê çêkir.
Li aliyê din mediya artêşa dagirker wekî her car dest bi şerê taybet dike û rastiyan berevajî dike.
Bi daneyên derew û şaş hewl dide ku berfirehiya operasyona lidarxistî mezintir nîşan bide.
Ev hewldana operasyona bejahiyê diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne.
Yek ji têkçûna giran a dîroka xwe wê bixwe.
ÇALAKIYÊN GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKEIRYÊ
HPG: LI ÎDIRÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê didome, gerîlayan 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan a Îdirê çalakiya sabotajê pêk anîn.
Di vê çalakiyê de wesayîta Amarog hate derb kirin.
5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.
Ev operasyona dagirkeriyê bêy ku encamê bigre bi paşve vekişiyan.