Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk serdana Ezazê kir

Wezîrê Karê hundir ê dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylu serdana Ezazê kir.
Ji bo ku talankirina berhemê herêmê dewam bike bi bazirgan û pîşesazan re civiya.

Di van 10 salê dawî ên aloziya li Sûriyê, dewleta Tirk û kesên nêzî Erdogan hemû kargehên li herêmê dizîn û talan kirin.

Ev yek jî di gelek raporên çapemeniyê hatin tesbîtkirin.

Dewleta Tirk bi destekdanîna xwe ji komên çete yên sûrî û biyanî da ku binesaziya Sûriyê, nexasim a Helebê, hilweşînin.

Duh wezîrê karê hunder ê dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylu çû Ezazê a dagirkirî.

Suleyman Soylu bi gelek bazirgan û pîşesazan re civiya.

Tê gotin ku ev hewldaneke berdewamkirina talankirina herêmê ye û ji bo aloziya ku dewleta Tirk tê re derbas dibe kêm bike.

Serokê Yekitiya Odeyên Pêşesaziyê ya Sûriyê Faris El-Şihabî nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyê re şandibû.

Faris El-Şihabî di nameya xwe xwestibû ku doza dizîna kargehên Helebê di platformên NY’yê de cih bigire.

Back to top button