Sucên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efîrnê dewam dikin. Di meha mijdarê de jî wekî mehên derbasbûyî li Efrînê revandin, talan û wêrankirin hebû. Tora çalakvanên Efrînê û Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrnê ev suc belge kirin û bi raya giştî re parve kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî planên guhertina demokrafiyê û talanê didomînin..
Wêrankirina xwezaya Efrînê, ferzkirina bacê, revandina welatiyan û talankirina mewsimên xelkê yên zeytunan bi dawî nabe..
Di 4 salên dagirkeriya dewleta Tirk de, bi her awayî sucên li dijî mirovahiyê li Efrînê didomin û di meha mijdarê de jî wekî mêhên din, kiryarên dermirovî domaniyan..
Tora Çalakvanên Efîrnê sucên meha Mijdarê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nava Efrînê pêk anîne belge kir..
Li gorî wê, .
Êşkence û destdirêjî li 4 welatiyan hatiye kirin ku ji wan 2 temen mezin û 1 zarok e .
19 Welatî hatin revandin ji wan 2 jin û 4 temen mezin in.
2 hezar dar hatiye birîn û şewtandin.
9 bûyerên desteserkiran malên welatiyan.
2 bûyerên diziyê.
Li 10 cihan bac li walatiyan hatiye ferzkirin.
Cihekî dîrokî û perestgehek hatiye wêrankirin.
Li 3 cihan mêtingeh hatin avakirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê: suc û binpêkirinên li Efrînê didomi
Derbare sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, Berdevkê rêxistina mafên mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji televizyona me re axivî û qale bûyerên di meha mijdarê de kir
Ibrahîm Şêxo: Divê sucên li Efrînê bên rewestandin
Îbrahîm Şêxo ji Hikûmeta Şamê xwest ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê, bi erkên xwe rabe.
Berdevkê rêxistina mafên mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiyê bang kir ku divê ev suc bê hesab nemînin.