KNK’ê li dijî dagirkeriyê konferansekê li dar dixe

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê konferansekê li dar dixe.

KNK’ê ragihand, ew ê li dijî dagirkeriyê, ji bo pêkanîna yekdengî, yekrêzî û helwesteke neteweyî, bi navê “Li dijî dagirkeriyê” konferansek bi şêwazê online 15’ê Gulanê li dar bixin.

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku Tirkiyaya dagirker dixwaze xaka Başûr dagir bike û destkeftiyên gelên Kurd ji holê rake.

Li ser vê jî, KNK’ê banga xwedîderketina li van destkeftiyan kir, her wiha li bang hemû partî, rêxistin û saziyên Kurd û Kurdistanî kir ku bê cudahî tevlî konferansê bibin.

Back to top button